Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Moskowê 8 Sal Cezayê Zindanê li Rojnamevanê Rûsî Nevzorov Birî


Dadgeha Moskowê îro Çarşemê 8 sal cezayê zindanê da rojnamevanê navdar Aleksander Nevzorov.

Nevzorov jiber belavkirina nûçeyên sexte yên ser artêşa Rûsya sûcdar hat dîtin.

Sala borî ser postên Nevzorov yên li medya civakî doz hatibû vekirin.

Di postekê de Nevzorov hêzên Rûsî bi topbarankirina nexweşxaneyeke jidayikbûnê ya li bajarê Mariopol yê Ukrayna tawanbar kiribû.

Moskowê ser wê postê dîyar kiribû ku ew nûçe derew e.

Hevjîna Nevzorov di meha Adarê de li ser Instagramê nivîsîbû ku ew û hevjînê wê li Îsraîlê ne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG