Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Steve Warren: Şerê Mûsil Dê Şerekî Dijwar Be


Mideast Iraq
Mideast Iraq

Kolonêl Steve Warren, peyîvdarê hevpeymaniya navnetewî ya li dijî Daişê, di hevpeyvineke xwe ya Radioya Sawa ya ku, li eyaleta Virginia weşana xwe dike dibêje dê şerê Mûsilê bi zehmet be.

Warrner ragihand ku, şerê Mûsilê jibo rizgarkirina bajêr û derkirina çekdarên Daişê dê bi zehmet be.

Warren got ku, wan niha weke amadekariyên pêşwext yên rizgarkirina Mûsil dane destpêkirin, li ser erdê û herwiha êrîşên esmanî yên balafirên cengê yên hevpeymanan, grubên çekdarên Daişê li dewrûberên Mûsil dikin armanc.

Di heman demê de, fermandarên Daişê di nava bajarê Mûsil de dihên armancgirtin û fabrîkên wan yên çêkirina trombêlên bombekirî jinav dibin.

Di beşekê axiftinên xwe de Warren da zanîn ku hind astengî li pêşiya wan hene jibo rizgarkirina Mûsilê astengiyên herî li pêş, Rubarê Dîcleye yê ku bajar dike du parçe.

"Pir zor e ku yekineyên leşkerî weha bi sanahî derbasî aliyê din bibin, herwiha pirsa sîvîlên di bajar de hene, em dixwazin ziyan negihe wan jiber ku armanca ji rizgarkirina Mûsil parastina sîvîlan e.

Warren herwiha behsa astengiyeke din dike û dibêje Daişê çekdarên xwe yên herî pispor anîne di Mosilê de, ev çendîn mehin, amadekariyên xwe yên şer dikin.

Warren behsa şerên niha li rojavayê Îraqê kir û got niha leşkerê îraqê di bajarokên weke Kubêsa, Feluca û Hêt Daişê derdixin û da zanîn ku ev bajar jî, dê ji çekdarên Daişê bihên paqij kirin.

XS
SM
MD
LG