Sazîya bilind ya lêpirsînê ya Rûsya îro Înê ragihand ku ew bawer dikin ku hemwelatîyê Amerîkî Russell Bentley bi êşkenceyên leşkerên Rûsî hatiye kuştin.
Bentley serê vê salê li rojhilata Ukrayna ya di bin kontrola Rûsya de hinda bûbû.
Seroka RT ya Rûsya Margarita Simonyan dîyar kir ku Bentley meha Nîsanê li Donestk ya di bin kontrola Donestkê de canê xwe ji dest daye.
Simonyan got ku Bentley li wir jibo ‘’mirovên wan’’ şer kiriye û bi ajansa nûçeyan ya Sputnik ya Rûsya re xebitîye.
Bentley, ku sala 1960’an ji dayik bûbû, ragihandibû ku ew alîgirê hêzên bi piştgirîya Rûsîyan yên li Ukrayna ye.
RIA, ku ajansa nûçeyan ya dewleta Rûsî ye, ragihand ku Bentley sala 2014’an tevlî çekdarên bi piştgirîya Rûsya yên li rojhilata Ukrayna bûye, piştre bi Sputnikê re xebitîye û paşê jî bûye hemwelatîyê Rûsya.
Komîteya Lêpirsînê ragihand ku dawî li lêpirsînê hatiye û 3 leşkerên Rûsî ser mirina Bentley, bi kuştina bi êşkenceyê têne tawanbar kirin.
Wê komîteyê dîyar kir ku du leşkeran piştî kuştinê termê Bentley xistiye maşîneyekê û ew peqandiye.
Li gor ragihandina komîteyê wê bersûc bi sûcên wek tundûtûjîya fîzîkî, êşkence û veşartina sûcekî giran werin darizandin.
Komîteyê eşkere nekir ku leşkeran tawnbarkirin red kirine yan ne.
Sazîyên medya yên Rûsî dibêjin dibe ku leşkeran Bentley casusekî Amerîkî hesibandibe.
Jêder: Reuters