Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moskowê bi Hêza Çeçenî re Ser Şerê Ukyana re Peymanek Îmza Kir


Ramazan Kadirov li Mariupolê bi çekdarên xwe re (Arşîv)
Ramazan Kadirov li Mariupolê bi çekdarên xwe re (Arşîv)

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku Moskowê bi hêzên taybet yên Çeçenan re, ku nav Axmat e, peymanek îmza kiriye.

Rêberê Wagnerê Yevgeny Prigozhni peymaneke nû ya bi Rûsya re qebûl nekiribû û lihevkirina bi koma Çeçenan re rojekê li dû wê redkirina Prigozhin hat.

Moskow hewil dide ku hemî yekîneyên li Ukrayna şer dikin heta 1’ê Tîrmehê bixe bin kontrola Wezareta Derve ya Rûsya.

Bi vî awayî şervanên dilxwaz li şer birîndar bibin yan werin kuştin, piştgirîya jibo wan yan malbatên wan dê wek ya yekîneyên normal be.

Axmat, ku komeke paramîlîter e, wek koma rêberê herêma Çeçenya ya Rûsya Ramazan Kadirov tê zanîn.

Yek ji fermandarên Axmatê, Aptî Aladînov dîyar kir ku yekîneyên wan di 15 mehên dawî de bi deh hezaran dildar perwerde kirine û şandine Ukrayna.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG