Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moskow Dibêje Şandeyên Rûsî û Îranî Ser Hevkarîya Leşkerî Kom Bûn


Ajansa dewletê ya Rûsya, TASS îro Duşemê ragihand ku şandeyên Rûsî û Îranî jibo hevkarîya leşkerî kom bûne.

TASS’ê ji zarê Wezare Berevanî ya Rûsya ragihand ku civîna şandeyan li Moskow ya paytext li dar ketiye.

Rûsya û Îran bi toleyên dewletên Rojavayî re rûbirû mane û ew ji şerê Moskow û Kîevê vir ve ji berê pirtir nêzî hev in.

Dewletên Rojavayî dibêjin ku Îranê dron firotine Rûsya ku ew dijî Ukrayna bixebitîne, lê Tehran vê bazarê red dike.

Rojnameya Financial Times ya Brîtanî hefteya borî ragihandibû ku Amerîka zextê li Îranê dike ku dronan nefroşe Rûsya.


Nûçeya Financial Timesê li vê demê rast hatibû ku Washington û Tehran hewil didin girjîya di navbera xwe de kêmtir bikin û ser bernameya navokî ya Îranê danûstandinên berfireh li dar bixin.

Jêder: AFP, VOA

XS
SM
MD
LG