Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moskow Plan Dike ku Ser Danûstandinên Afganistanê Mazuvanîyê Bike


Nûnerê Taybet yê Rûsya yê bo Afganistanê ragihand ku Moskow plan dike ku di 20’ê Cotmehê de bo danûstandinên navneteweyî yên ser Kabulê mazubanîyê bike.

Wî nûnerê taybet Zamir Kabulov ser danûstandinên navneteweyî zêdetir agahî neda.

Moskowê di meha Adarê de bo Afganistanê konferanseke navneteweyî li dar xistibû.

Di wê konferansê de Rûsya, Amerîka, Çîn û Pakistanê wê demê bang li alîyên şerker yên li Afganistanê kiribûn ku peymaneke aştîyê çêkin û dawî li tundûtûjîyê bînin.

Wan dewletan bang li Talîbanê kiribûn ku di biharê de dest bi ti êrîşê neke.

Amerîka di hefteyên borî de piştî 20 salan hêzên xwe ji Afganistanê vekişandin û Talîbanê bi awayekî çapik îqtidara wî welatî bi dest xwe xist.

XS
SM
MD
LG