Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya jiber Kuştina Sivîlên Ukraynî Rûbirûyê Pirtir Toleyan Dibe


Dîmeneke ji herema Bucha ku karbidestên Ukraynî dibêjin ku termên pirtir ji 400 sîvîlan hatine dîtin, 4 Nîsan,2022.
Dîmeneke ji herema Bucha ku karbidestên Ukraynî dibêjin ku termên pirtir ji 400 sîvîlan hatine dîtin, 4 Nîsan,2022.

Welatên Rojavayî îro Sêşemê dijî Rûsya toleyên nû yên zêdetir dîyar dikin, dîplomaten Rûsi dersînor dikin, bi sedema kuştinên sivîlan li Bucha û heremên din li bakurê Ukrayna.

Serokê Amerîka Joe Biden jiber pêkanîna tawanên şer banga darizandina serokê Rûsya Vladimir Putin kir.

Washington wê ji Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz bike ku endamtîya Rûsya ya li Konseya Mafên Mirovan were rawestandin.

Almanya, Fransa, Îtalya, Danîmarka û Îspanya îro hejmarên cuda yên dersînorkirina dîplomatên Rûs ragihandin, piştî nûçeyên ser kuştina sîvîlên li Bucha ya Ukrayna.

Karbidestên Ukraynî dibêjin ku li Bucha termên pirtir ji 400 sîvîlan hatine dîtin; ku bi rengekî hovane, bi çêkên nezîk ve, destgirêdayî û bi êşkence hatine kuştin.

Rûsya îdiayên ser kuştina sîvîlên li Bucha bi tundî red dike û welatên Rojavayî tawanbar dike ku ew kuştinan pêk tîne da ku hêzên Rûsî rûreş û bêrûmet bike.

Dmitry Medvedev, serokê berê yê Rûsya û hevalbendê nêzîk yê Putin, ku niha cîgirê serokê konseya ewlekarîya netewî ye, got ku raporên kuştinên sivîlan yên li Bucha sexte ne û armanca wan rûreşkirina Rûsya ye.

Moskow dîbêje ku ewê îro delîlên xurt ji civîna Konseya Ewlekarîyê ya NY re pêşkêş bike û îsbat bike ku hêzên wê beşdarîya kuştinên li Bucha nebûne.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy jî banga lêpirsîneke berfireh kir û got ku dibe ku pirtir termên sivîlên kuştî li heremên ku ji dagirkerên Rûsî rizgarkirî, werin dîtin.

Zelenskiyy di peyameke vîdyoyî ya serê sibê de got ku wê îro ji Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re gotareke pêşkeş bike û jibo lêpirsîna ser kuştinên li Bucha û kiryarên din yên artêşa Rûsî, daxwaza piştgirîyê dubare bike.

"Ez dixwazim piştrast bikim ku em lêpirsîna herî berfireh û şefaf dixwazin ku encamên wê ji tevahî ya civaka navnetewî re eşkere bin."

Zelenskiyy da zanîn ku li Bucha herî kêm 300 sîvîl hatine kuştin û îhtîmal e ku hejmar pir bilindtir bibe.

"Ev tenê yek bajarok e. Yek ji gelek deverên Ukraynî yên ku hêzên Rûsî karîbûn bi dest bixin. Niha agahî hene ku li Borodyanka û hin bajarên din yên Ukrayna yên rizgarkirî jî dibe ku hejmara kuştîyên ji hêla dagirkeran pir zêdetir be, " Zelenskiyy got.

Wî herwiha anî ziman ku li derdora herêmên Kîev, Chernihiv û Sumy yên li bakur û rojhilat, Rûsan kiryarên wî rengî kirin ku şênîyên herêmê di dema dagirkeriya Nazîyan ya 80 sal berê şahidî nekiribûn.

"Xwezî bi hezaran rojnamevan li wir bibana û cîhan tev bidîta Rûsan çi hovîtî kirine," Zelenskiyy bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG