Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Saudî Dibêjin Wan Gêredayî Êrîşên Dijî Mizgefta li Kuweytê 3 Bira Girtin


Karbidestên Erebistana Saudî îro Sêşemê radigihînin ku wan sê bira, bi girêdayî êrîşên xwekujî yên meha borî yên dijî mizgefteke li Kuweytê desteser kirin, ku 27 kes tê de hatibûn kuştin.

Koma tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya wê êrîşê û herwiha êrîşên meha Gulanê rakiribû ser xwe.

Medya dewleta Saudî ji zarê karbidestên wezareta navxweyî ragihand ku yek ji sê birayan li Kuweytê, yê din li bajarê Taif ya Saudi hatin girtin.

Karbidestan ragihand ku birayê sisêyan jî li nêzîkî sînorê hate girtin, piştî ku wî teqe li du hêzên ewlekarîyê kir û ew birîndar kirin.

Wezareta navxweyî ya Saudî dîyar kir ku birayê çaran niha li Sûrîyê, ligel DAIŞ şer dike.

XS
SM
MD
LG