Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Mossad û CIA li Dor Peymana Azadkirina Rehîneyan Kombûn


Logo ya CIA û Mossad'ê
Logo ya CIA û Mossad'ê

Îsraîl roja Şemîyê ragihand ku serokê saziya Îstîxbarata welat 'Mossad' bi serokê ajansa Îstîxbarata Navendî ya Amerîka 'CIA' re kom bûye di çarçoveya hewildanên jibo azadkirina dîlên ku hîn li Gazayî girtî ne.

Ofîsa Serokwezîr Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de li şûna Mossad'ê ragihand ku "Serokê Mossad'ê, David Barnea, duh Înê bi serokê CIA, Bill Burns re, wekî beşek ji hewildanên cidî ji bo pêşdabirina peymanek din ya azadkirina dîlan, civiyan."

Daxuyanî di wî çaxî de hat dema ku navbeynkar hewl didin ku agirbestek nû di şerê pênc mehî de yê li Gazayê berî Remezan destpê bike pêk bînin, ku meha rojiyê ya misilmana ye ku dibe sibê Yekşemê dest pê bike.

Îsraîl ti şandeke xwe bo gera dawî ya danûstandinên agirbestê ya li Qahîre neşandbû, û Hamas roja Pêncşemê piştî ku dilgiraniya xwe ji helwestên Israîlê re nîşan da, jibo şêwirina bi serokatiya tevgera xwe re çû Qeterê.

Daxuyaniya Îsraîlê diyar nekir ku civîna roja Înê ya navbera Barnea û Burns li ku pêk hat.

Daxuyanî dibêje, "Di vê qonaxê de, Hamas bi serederiyek ku mîna aliyek giringiyê nede lihevhatinê tev digere, dixwaze di remezanê de herêmê gur bike li ser hesaba rûniştvanên Fîlistînî yên li Gazayê."

Serokê Amerîka Joe Biden vê hefteyê hişyarî da ku eger heta remezanê agirbestek çê nebe, dê jibo "Îsraîl û Qudsê dibe ku pir metirsîdar be."

Wek tê zanîn ku hebûna Mescid El-Eqsa li Qudsa Rojhilat di salên borî de bûye cihê tundûtûjiyê bi taybet di meha remezanê de.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG