Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mark Rutte Wek Sekretere Nû yê NATO Dest bi Kar Kir


Serokwezîrê berê yê Hollanda Mark Rutte îro Sêşemê li şûna Jens Stolteberg wek Sekreterê Giştî yê nû yê NATO dest bi kar kir.

Rutte di vê demê de dest bi kar dike ku hêzên Rûsî li rojhilata Ukayna pêşve diçin û jibo hilbijartinên seroktîyê yên Amerîka jî pirtir ji mehekê dem maye.

Wî îro Sêşemê li Brukselê ji rojnamevanan re got ku divê Ukrayna bi awayekî serbixwe û demokratîk hebûna xwe bidomîne û jibo vê yekê jî divê ew berpirsîyên xwe bi cîh bînin.

"Girîngîya karnameya min wê li ser piştgirîya NATO ya ji Ukrayna re be. Dîsa, zêdekirina lêçûnên parastinê û xurtkirina hevkarîyên ku NATO yên bi dewletên cîhanê re, taybetî jî yên li Asya û Rojhilata Navîn be."

Rutte herwiha bal kişand ser girîngîya xurtbûna peywendîya navbera Amerîka, Kanada û Ewrupa û dîyar kir ku ewê bi Qesira Sipî re bi awayekî baş bixebite.

Sekreterên giştî yên NATO navenda giştî ya hevbendîyê bi rêve dibin, rojeva wê dîyar dikin û li ser navê 32 welatan endam diaxifin û pir caran sîyaseta rûniştî didomîne.

XS
SM
MD
LG