Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd û Hevalbendên Wan Destilata Xwe li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Xurt Dikin


Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ku baska sîyasî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye, bi armanca xurtkirina desthilata xwe li bakur û rojhilata Sûrîyê, dest bi avakirina rêvebirîyeke yekbûyî li herêmên bin kontrola xwe kir.

Biryar îro Pêncşemê di civîna Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) de hate girtin ku hemî meclîsên rêvebir yên li bakur û rojhilata welêt di bin sîya xwe de bike yek.

Di kombûnê de rêvebirên ji Minbic, Reqa, Dêrezor û bajarên Kurdan ya bakurê Sûrîyê amade bûn û komîsyonek hate damêzrndin ku rêvebirîyeke hevbeş ya yekbûyî ava bike.

Hevseroka komîsyona nûhilbijartî Siham Karyo got ku bi van guhertinan armanca wan ev e ku alîkarîya gel bikin ku dijwarîyên pêş çareser bike û pêdivîyên xizmetkatî bi cîh bîne, heta ku Sûrîyeke demoratêk û nenavendî ava be.

Hêjayî bîrxistinê ye ku HSD nêzî çaryeka axa Sûrîyê kontrol dike ku piranîya wê bi alîkarîya leşerîya Amerîkî ji destê Dewleta Îslamî hatine sitandin.

HSD, piştî hikûmeta Beşar Esad, hêza duyê ye ku herêmên wiha berfireh konrol dike û sîstemeke federal dixwaze ku tê de mafên Kurdan û kêmanîyên din werin parastin.

Bi rêvebirîyeke yekbûyî li herêmên bin kontrola HSD’ê, ew armanc dike ku rola xwe di sibêroja Sûrîyê de xurt bike, di vê demê de ku hewl die bi hikûmeta Esad re kanalên nû yên danûstandinê veke.

XS
SM
MD
LG