Rêxistina Doktorên Bê Sînor (MSF) îro Pêncşemê derheqa êrîşên esmanî yên li herêma Şengalê ya Îraqê daxuyanîyeke nivîskî weşand.
Daxuyanîya ku ji ser nave berpirsa MSF ya li Îraqê Esther Van Der Woerdt hate dayîn, ragihand ku karmendên wan roja Çarşemê jimareke hemwelatî derman kirin ku di êrîşa esmanî ya li nahîya Sinûnê ya Şengalê birîndar bûne.
"Do Çarşemê 7 kesên birîndar, ku di nava wan de zarokekî 11 salî jî hebû, hatin Nexweşxaneya Giştî ya Sinûnê. Tevî hemî hewilên tîma bijîşkî ya MSF, me nekarî jîyana wî zarokî rizgar bikira. Şeş kesên din yên birîndar hatin derman kirin, lê sê ji wan ji nexweşxaneyên din re hatine şandin ku baştir werin tedawî kirin.”
MSF bi berdewamî got ku ew ew karanîna tundî û tûjîyê li herêmên şênîbar yên sîvîlan şermezar dike û bang li hemî alîyan dike ku her dem rêz li jîyana sîvîlan bigirin.