Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSF bo Pêla Korona ya li Bakurê Rojhilatê Sûrîyê Hişyarîyê Dike


Rêxistina Doktorên Bê Sînor (MSF) ragihand ku vîrusa korona li bakurê rojhilata Sûrîyê bi awayekî metirsîdar belav dibe.

MSF’ê da zanîn ku ji 26’ê Nîsanê pê ve li herêmê pirtir ji 15,000 pêketinên vîrusa korona hatine tomar kirin û 640 kes jî bi wê mirine.

Li gor daxuyanîya MSF’ê ji pêketîyan vîrusa korona bi qasî 960 kes xebatkarên saxlemîyê ne.

Ew rêxistin balê dikişîne ku li herêmê derfetên bo xizmetên saxlemîyê û testên vîrusa korona sînordarkirî ne û dîyar dike ku dibe ku hejmara pêketin û mirinan zêdetir bin.

Yek ji berpirsên MSF’ê yên li Sûrîyê Crystal Van Leeuwan dîyar kir ku pêketina pêşî ya vîrusa korona ya li herêmê sala borî hatiye tomar kirin û da zanîn ku ew jî hîn nikarin kelûpelên bo nexweşîyê pêwîst bi dest xin.

Wê da zanîn ku kapasîteya nexweşxaneyan biçûk e, bo kesên nexweş oksîjen têrê nake û got ku ekîpmanên bo karmendên saxlemîyê jî sînordarkirî ne.

Niha bo bakurê rojhilata Sûrîyê ti mekanîzmaya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya sînor derbaz dike tune û jiber wê jî sazîyên wê yekîtîyê bêyî destûra hikûmeta Sûrîyê nikarin herin herêmê.

MSF dîyar dike navenda sazîyên wek Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) li Şamê ye û ew jiber kêşeyên destûrê nikarin bi herêmê re bi awayekî baş danûstandinê bikin û xizmetê bidin.

Rêxistina navneteweyî herwiha ji zarê karbidestên herêmî balê dikişîne ku li bakurê rojhilata Sûrîyê bi qasî çar mîlyon kes dijîn û dibêjin bi tenê soza 20,000 vaksîn hatiye dayîn û ew jî dê were yan ne neyê hîn nayê zanîn.

XS
SM
MD
LG