Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSF Bang li Tirkîyê Dike ku Derîyên Xwe bo Penaberên Sûrî yên Asê Veke


Di vê wêneya arşîvê de penaberên Sûrî li ser sînorê Tirkîyê
Di vê wêneya arşîvê de penaberên Sûrî li ser sînorê Tirkîyê

Rêxistina Doktorên Bê Sînor (MSF) îro Pêncşemê bang li Tirkîyê kir ku tixubên xwe ji dora 100,000 penaberên Sûrî re veke.

Ew penaberên Sûrî jiber pêşdeçûna çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) revîne, lê jiber girtîbûna sînor asê mane.

Rêvebirê MSF yê oprasyonên Rojhilata Navîn Pablo Marco got, penaberên ku hatine ser sînor gelek caran neçar mane ku cîhên xwe biguherin û derbedar bin, lê niha cîhekî din nemaye ku ew kes xwe bispêrin.

Marco bang li Tirkîyê kir ku mêvandarîya xwe careke din nîşan bide û derîyên xwe ji gelê Ezazê re veke.

XS
SM
MD
LG