Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirtûka Mahmut Alinak ya Ser Mehmet Tunç Hat Qedexe Kirin


Pirtûka sîyasetvanê Kurd Mahmut Alinak ya bi navê ‘Mehmet Tunç û Bêkes’ roja Sêşemê bi biryara dadgeheke Stenbolê hat qedexe kirin.

Alinak di pirtûkê de, ku du sal berê ji weşanxaneya CHA hatibû çap kirin, jîyana serokê Meclîsa Gel ya Cizîrê Mehmet Tunç û birazê wî Bêkes û şerên xendekan li Cizîrê kiribû mijar.

“Min di pirtûkê de xwest ku ronî bikim çima banga Mehmet Tunç û wan mirovên ku li jêrzemînên Cizîrê hatin şewitandin, bê bersîv man. Dîsa, min xwest bizanim ku çawa ewqas peqemenî li ber çavên hêzên ewlekarîyê ji xalên ewlekarîyê hatine derbaz kirin,”Alinak dibêje.

Nivîskar di pirtûkê de îdia dike ku dewletê xwestîye li ser Kurdan qirkirinekê çêke û çavê wan bitirsîne û ew îdia jî dibe sedema qedexekirinê.

Alinak dide zanîn ku wî pereyên ku ji firotina pirtûkê dihat, dişand malbata Mehmet Tunç.

Ew gazinan jî dike ku hem sîyaseta Kurdan, hem jî medyaya girîngî nedaye pirtûkê.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_Pirtuka Mahmut Alinak_Mehmet Tunç
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:48 0:00


XS
SM
MD
LG