Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Red Dike ku li Îdlibê Çeka Kîmyayî bi Kar Anîye


Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mualîm îro li Şamê ji peyamhinêran re got ku firokên wan di êrîşên esmanî yên ser Xan Şêxûn de çekên kîmyayî bi kar neanîne û ewê ti car, hema hember terorîstan jî çekên wiha naxebitînin.

Mualîm îdiaya Rûsya dubare kir ku êrîşên wan yên esmanî li depoyeke serhildayan xistiye ku tê de çekên kîmyayî dihatin veşartin.

Wî daxwaza vekolîneke bêalî ya nesîyasî kir ku ne li Enqerê, lê wê li Şamê destpê bike.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekîr Bozdag li Enqerê gotibû ku li gor encamên otopsîyê, li Îdlibê çekên kîmyayî hatiye xebitandin.

Di wê êrîşa kîmyayî de nêzîkî 100 kes hatibûn kuştin û pirtir jî 350 kesên din jî nexweş ketibûn ku gelek zarok jî di wan de hene.

Piştî belavbûna nûçeya êrîşê, li seranser cîhanê reaksîyonên tund li hember rejîma Serokê Sûrî Beşar Esad bilind bûbû û Serokê Amerîka Donald Trump jî Esad bi tundî rexne kiribû.

XS
SM
MD
LG