Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Hutuyên Rwanda Mudacumura li Kongo Hat Kuştin


Sylvestre Mudacumura

Fermandarê hêzên leşkerî yên Hutuyên li Rwanda Sylvestre Mudacumura ku jiber tawanên ceng dihat xwestin, li Komara Demokratîk ya Kongo hat kuştin.

Jêderên leçkerî ji VOA re ragihand ku Mudacumura yê rêberê Hêzên Demokratîk yên Rizgarîya Rwanda bû, îro danê sibê li herêma Kivuya Bakur ya Komara Demokratîk ya Kongo the kuştin.

Artêşa Kongoyî jî li ser Twitterê kuştina Mudacumura piştrast kir û got ku hêzên wê ew li devera Rutshuru tya hevsînorê Uganda û Rwanda kuşt.

Komên çekdar yên Rwandayî piştî jenosîda 1994’an ya li welatî kiryarên xwe li Kongo berdewam dikirin.

Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) di sala 2012’yan de biryara girtina Madacumura derxistibû.

Dadwerên ICC gotibû ku Madacumura berpirsê neh heb tawanên ceng e ku di nav wan de kuştin, destdirêîya seksî, êşkence, perçekirina terman û wêrankirina mal û xanîyên hemwelatîyan jî hene.

XS
SM
MD
LG