Dozgerê Taybet Robert Mueller di rapora xwe de dîyar kir ku ti delîla ku nîşan dide Serok Donald Trump û Rûsya bo hilbijartinên seroktîyê yên 2016’an hevkarî kirine, tune ye.
Di raporê de, ku di 22 mehan de hat hazir kirin û 448 rûpel e, tê gotin ku Trump di Hezîrana 2017’an de parêzerê berê yê Qesira Sipî Don McGahn re axifîye û hewil daye ku Mueller ji kar dûr bixîne.
Li gor raporê Trump ti tawan nekiriye, lê di raporê de hat ragihandin ku eşkere nebûye ku wî dadmendî asteng kiriye yan na.
Mueller di rapora xwe de de dîyar kir ku Trump hewl daye ku vekolîna ser Rûsya bixe bin kontrola xwe.
Berî rapor eşkere bibe, Wezîrê Dadê William Bar da zanîn ku Rûsya hewil daye ku maytekirinê li hilbijartina Amerîka bike, lê tiştekî wisa pêk nehatiye.