Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mueller: Me Delîl Nedîtîye ku Kempeyna Trump Hevkarî bi Rûsan re Kiriye


Dozgerê taybet Robert Mueller îro di preskonferansekê de ragihand ku ew dest ji kar berdide.

Mueller got ku wî biryar da ku venegere ser karê xwe û karkenar be.

Dozgerê taybet dîyar kir ku li gor qanûnên Wezareta Dadê, bijareyeke wî ya vekirina doza hember Serok Donald Trump tunebû ku gelo wî hevkarî bi Rûsan re kiriye yan ne.

Mueller dîyar kir ku wî ti delîl nedîtîye ku kempeyna Trump do 2016’an de hevkarîya veşartî bi Rûsan re kiriye.

Wî di raporta xwe ya 443 rûpelî de nivîsîbû ku ew nikare Trump bi tevahî ji îdayên hember wî paqij bike.

"Ku me bi piştrastî bizanibûya ku serok bi zelalî tawanek kiriye, meyê ew yek eşkere bikira," Mueller di preskonferansê de got.

Mueller herwiha ragihand ku ewê êdî ser vê mijarê nepeyîve jiber ku her tişt di raporta wî de hatiye gotin.

XS
SM
MD
LG