Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Zimbabwe: Mugabe Karvekişînê Red Dike


Artêşa Zimbabwe do ragihand ku bi awayekî demkî dest danîye ser rêvebirîyê û serokwezîrê wî welatî Robert Mugabe û hevjîna wî desteser kirine.

Fermandarên payabilind yên artêşê îro bi Mugabe re bo danûstandinan civîyan. Tê texmîn kirin ku artêş hewil dide ku bê ku rêzdarîya bo Mugabe bişikê ew dev ji desthilatê berde.

Rojnameya The Herald ya dewleta Zimbabwe, wêneyên civîna Mugabe, Sererkanê Artêşa Zimbabwe Constantino Chiwenga belav kir, lê derbarê naveroka civînê ti agahî neda.

Tê texmîn kirin bo ku Mugabe tevlî vê civînê bibe bo wî destûr hatîye dayîn ku ji mal derkeve.

Opozîsyona Zimbabwe, karvekişîna Mugabe ye 93 salî dixwaze. Serokê Partîya Guherîna Demokratîk (MDC) û serokwezîrê berê Morgan Tsvangirai dîyar kir ku jibo ‘’berjwendîya gel’’ divê Mugabe karvekişîna xwe bide.

Tsvangirai da zanîn bo berevanîya îstiqrara welêt divê pergaleke demkî were çêkirin.

Artêşa Zimbabwe dide zanîn ku Mugabe karvekişînê red dike. Li gor nûçeya AFP’ê, karbidestên payabilind yên artêşê ragihand ku Mugabe naxweze ji desthilatê vekişe.

XS
SM
MD
LG