Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ZANU-PF Dixwaze bi Zorê Mugabe ji Desthilatê Bîne Xwarê


Berdevkê partîya desthiltdar ya Zîmbabwe, ZANU-PF Lovemore Matuke ragihand ku ewê îro Duşemê bi zorê dûrxistina Robert Mugabe ji posta seroktî gotûbêj bikin, piştî ku muhleta bo karvekişîna wî bi dawî hat.

Mugabe yê 93 salî, ew nêzî 40 sal in ku seroktîya Zîmbabwe dike û naxwaza ji desthilatê were xwarê, lê prosesa dûrxistinê ji alîyê parlemanê ve dikare dawî li seroktîya wî bîne.

Mugabe berê li parzemîna Afrîqa, wek qehremaneklî dijî kolonyalîzmê dihat dîtin û herwiha li seranser cîhanê jî xwedîyê navekî baş bû.

Lê, dû re ew jî bûbû wek gelek desthilatdarên Afrîqî ku bi darê zorê dîkatorîya xwe li ser welatê xwe danabû.

Bi xirabtirbûna aborîya welêt û bi xurtbûna opozîsyona dijî wî di dawîya salên 1990’an de, Mugabe kontrola xwe li ser welêt tundtir kiribû û dest danabû ser mulkên hemwelatîyên sipî.

Mugabe ku heta 100 salîya xwe dixwest Zîmbabwe bi rêve bibe, hevrikên xwe jî bi hêzên ewlekarî bêdeng û tepeser kiribû.

XS
SM
MD
LG