Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Zîmbabwe Amadekarîya Dûrxistina Mugabe ji Desthilatê Dike


Qanûndanêrên Zîmbabweyî plana destpêkirina peyvajoya bi zorê dûrxistina serokê dirêjdemî yê wî welatî, Robert Mugabe dikin, piştî ku wî di dema destnîşankirî de karê xwe berneda.

Endamên partîya desthiltdar ZANU-PF geşbînîya xwe dîyar kir ku ew proses dikare di nav hefteyekê de temam be.

Di pêşnîyara dûrxistinê de yek ji sedemên bingehîn ew e ku Mugabe desthilata xwe bi kar anîye ku qehramanê leşkerî û cîgirê serok Emmerson Mnangagwa biqewitîne û hevjîna xwe, Grace Mugabe li şûna xwe bike serok.

Mugabeyê 93 salî naxwaze desthilatê berde û plan dikir ku îro civîna kabînê li dar bixe.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Mugabe ji hefteya borî vir ve di bin hepsa malê ye, piştî ku artêşa welêt dest danabûn ser dezgehên girîng yên dewletê.

Piştî ku dema destnîşankirî bi dawî hatibû û wî dest ji kar bernedabû, ZANU-PF, Mugabe ji seroktîya partî dûr xistibû û Mnangagwa wek rêberê nû hilbijartîbû.

XS
SM
MD
LG