Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters Îdia Dike Amerîka Vîzaya Zarîf Red Kiriye


Ajansa Reuters ragihand ji karbidestekî Amerîkî ragihand ku jibo beşdarîya Kombûna Ewlehîyê ya Netewên Yekbûyî (NY) Amerîka vîza nedaye Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zarîf.

Roja Pêncşemê kombûn li bajarê Newyorkê lidardikeve.

Çaverêbû ku Zarîf li ser kuştina Generalê Îranî Qasim Silêmanî yê Hêza Qudus ya Pasdaran axaftinekê bike.

Li gor peymana mafê dîplomatên bîyanî heye ku xwe bigîhînin NY û tê gotin redkirina vîzayê binpêkirna vê peymanê ye.

Lê Washîngot dibêje ku jiber sedemên "ewlehî, teror û sîyaseta derve"mafê wê heye ku vîzayan red bike.

Reuters navê karbistê Amerîkî eşkere nekir, lê Wezareta Derve ya Amerîka hê jî daxuyanîyek ku vê nûçeyê piştrast bike nedaye.

Îran jî dibeje ku ji nûçeyên agahdar in lê ji karbidestên Amerîkî û yên NY bersîveke fermî ji wan re nehatîye ragihandin.

Berdevkê NY Stephane Dujarric jî li ser mijarê ti daxuyanî neda.

XS
SM
MD
LG