Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye 10 Sal Cezayê Zindanê Dide Dadwerê Girtî yê Wergirê Xelata Mafên Mirovan


Dadgeheke Tirk îro Înê 10 sal cezayê zindanê li berevanekî mafên mirovan birî ku berê ji alîyê Konseya Ewrupa ve hêjayê xelatekê hatibû dîtin.

Ajansa Reutersê ragihand ku Murat Arslan, bi hecêta endamtîya rêxitistina Fetullah Gulen ku hikûmeta Tirkîyê ew wek plankara darbeya leşkerî ya 2016’an dibîne.

Aslan ji 22 mehan vir ve li girtêgehê ye û berê jî bi sedema endambûna rêxistineke çekdar ya terorîst ceza biribû, piştî ku dozgeran ew bi xebitandina app'eke nepênî ya bi navê ByLock tawanbar kiribû.

Arslan tawanên dijî xwe red kiribû û gotibp ku hemî delîlîn ku dijî wî htine karanîn, derew û çêkirî ne.

Beşa mafên mirovan ya Konseya Ewrupa di 2017’an de Xelata Mafên Mirovan ya Vaclav Havel dabû Aslan û Tirkîyê jî wek nerazîbûn gotibû ku ewê nema para xwe ya diravî ji wê rêxistinê re bişîne.

Arslan, serokê Yekîtîya Dadwer û Dozgerên Tirkîyê (YARSAV) bû ku piştî hewila darbeya leşkerî ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve hatibû daxistin.

Herwiha, nêzî 77,000 kes hatibûn girtin, pirtir ji 150 hezar kes, bi îdaya girêdana wan ya bi hewila darbeyê re û karanîna ByLock'ê, ji kar hatibûn derxistin ku di nav wan de leşker, karmendên dewletê hebûn.

XS
SM
MD
LG