Dadgeheke Misirî biryar da ku girtina serokê berê Mihemed Mursî bidome, bi sedema ku wî hevkarî bi Hamas'ê kiriye.
Hevdem, îro Înîyê hem piştgirên rêvebirîya demkî, hem jî yên Mursî derdikevin kolanan.
Ajansa fermî, MENA ragihand, birêz Mursî ji 15 rojan vir ve girtî ye û lêpirsîna wî berdewam dike.
Rêberê Îslamî di 3’yê Tîrmehê vir ve, bêyî ku tawanên fermî hebin, li girtîgeheke leşkerî ye. Vekolêr xebata xwe didomînin ku biryar bidin Mursî alîkarîya Hamas'ê kiriye yan ne.
Dema serhildana 2011’ê ya Misirê, serokê berê Mubarek ji desthilatê hatibû gêr kirin û bi dehan rêberên Îslamî bi destê Hamas'ê ji girtîgehê revîbûn.