Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mursî li Dadgehê Jîyana Xwe ji Dest Da


Serokomarê berê yê Misirê Muhamed Mursî li dadgehê jîyana xwe ji dest da.

Mursî, li dadgehê xwest ku bi dadger re biaxife, lê piştî dadger da zanîn ku wî rûniştin bi dawî kiriye, xeriqî û ket kertê.

Di kontrola pêşî de hat dîtin ku Mursî jîyana xwe ji dest daye.

Mursî li gor proseduran veguhastin nexweşxaneyê.

Dozgerîyê ragihand ku Mursî li dadgehê jîyana xwe ji dest daye û da zanîn ku li ser laşê wî ti birîn nehatiye dîtin.

Mursî, bi darbeya General Abdulfetah El Sîsî ya sala 2013’an ji desthilatê hatibû gêr kirin û ketibû girtîgehê.

Endamê Îxwan Muslîmîn, Muhamed Mursî, piştî Husnu Muhabarek ji desthilatê çûbû, di 30’ê Hezîrana 2012’an de bo serokomarîyê hatibû hilbijartin.

XS
SM
MD
LG