Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bîranîna 25 Salîya Kuştina Musa Anter li Amedê


Wêneyê Rojnamevan û Roşenbîran li kolana ku, berî 25 salan Ronakbîr Musa Anter lê hatbû Kuştin.
Wêneyê Rojnamevan û Roşenbîran li kolana ku, berî 25 salan Ronakbîr Musa Anter lê hatbû Kuştin.

Rewşebîr, nivîskar û rojnamegerên Kurd Musa Anter piştî 25 salan, li Amedê li kolanan ku, hatibû kuştin, hat yadkirin.

Kurê Musa Anter, Dîcle Antar, rojnamevan û siyasetvanên Kurd di bîranînê de amade bûn.

Berdevkê İsniyatîfa Rojnamevanên Azad Haqî Bolqan di bîranînê de axivî û got “Niha pêdiviyek mezin bi Apê Musa heye ku, doza Apê Musa bi dadwerane bi encam bibe, ev dê li Tirkiyê aramiyê pêkbîne .”

Parlamentera HDPê Sibel Yigitalp jî got, di her darbeyekê de li Tirkiyê, Apê Musa hatiye girtin, jiber behsa bindestiya Kurdan kiriye rastî zilmê hatiye Yigitalp got “Ger kuştina wî ronî bibûya dê Tirkiye di van rojên tarî de derbas nedibû”

Kurê wî Dicle jî anî ziman ku, 25 sal derbas bû li ser kuştina bavê wî hê jî tu kesek nehatiye cezakirin.

“Rojên em têde derbas dibin, dişibe demen, Musa Anter hatibû kuştin, 25 sal derbas bû lê hêjî rojnameya ku, bavê min têde dinivisand, Gundem, rastî zextan tê, gelek caran hat girtin û rojnamevan tên cezakirin. Ciyê ku, azadiya ramanê nemabe heta jê tê, dengê xwe bilind bike û bêje demokrasî heye, feyde nake, em êdî bi van gotinan naxapin.”

Musa Anter îro li gundê Sitîlilîya Nisêbînê li ser gora xwe jî dê were yadkirin. Hêjayî gotinê ye ku, li ser navê Musa Anter her sal pêşbirka rojnamgeriyê jî tê lidarxistin, rojnamevanên di asta baş de tên xelat kirin xelatê Musa Anter werdigirin, bingeha xelat dayînê li Stenbolê ye.

Bîranîna 25an ya Kuştina Ronakbîr Musa Anter
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:09 0:00

XS
SM
MD
LG