Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Musa Anter Jiber Dema Dirêj Hate Bidawîkirin


Roja Çarşemê 6'emîn Cezaya Dadgeha Giran ya Enqerê, jiber dema dirêj, doza nivîskarê Kurd Musa Anter bê encam bidawî kir.

Doza Musa Anter bi doza Mezin ya JİTEMê ve kirin yek û herdu doz bihev re hatin dîtin.

îtrafçiyek Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdulkadir Aygan, di pirtûka xwe de gotibû Musa Anter bi fermana rêxistina JİTEMê hatiye kuştin. Aygan destnîşan kiribû di nav grûpa ku jibo Musa Anter bikujin erkdar kiribûn, ew jî hebû û serokê wê grûpê jî Yeşîl (Mahmut Yildirim) bû.

Wî îdia kiribû ku Hamît Yildirimê ku navê wî yê kod Hogir e, jibo Musa Anter birevîne erkdar kirine, dema têgihîştiye Musa Anter fêm kiriye tiştek ne li rê heye, Anter û Orhan Miroglu li Seyrantepe gulebaran kirîye.

Di sala 2006'an da keça Musa Anter li Swedê bi Abdulkadr Aygan rûbirû hatibû û ev hevdîtin kiribûn pirtûk.

Rahşan Anter
Rahşan Anter

Rahşan Anter da xuya kirin ku Abdulkadir Aygan jê re gotiye ger Hamit Yildirim bavê wê nekuşta, Yeşil biryar dabû çawa Vedat Aydin bi êşkencê kuştine, biryar dane ku Musa Anter jî wisa bikujin.

Hamît Yildirim 29'ê Hezîrana 2012'an de li Qesrîka Şirnexê hate girtin.

Di 5'ê Tîrmeha 2013'an de bi dexwaza cezaya giran ya hetahetayê, di heqê Hamit Yildirim, Abdulkadir Aygan, Mahmut Yildirim (Yeşîl) û fermandarê malnişîn Savaş Gevrekçi îddianame hate qebûlkirin. Doza Musa Anter di sala 2014'an de bi doza mezin ya JİTEMê re girêdan.

Di vê dozê de gelek fermadarên ku di salên 90î de li bajarê Kurdan kar kirine îfade dan.

Hamit Yildirim, di sala 2017'an de tahliye bû jiber pênc salan bêyî ku sucê wî were izbatkirin girtî maye.

Dadgeha Enqerê rojek piştî salvegera kuştina Musa Anter, doza wî jiber dema dirêj bidawî kir.

Keça Musa Anter, Rahşan Anter Yorozlu jibo Dengê Amerîka da zanîn ev biryar jibo wan pir giran e, digel ku wan texmîn dikir biryarek bi vî rengî dê derkeve lê xwestina heta dawiyê hêviya xwe ya jibo edaletê biparêzin.

Wê destnîşan kir bavê wê bi deste rêxitinek nav dewletê hate kuştin û dewletê hember kuştina wî sûcdar dibîne.

Rahşan Anter destnîşan kir doza bavê wê bi salan e didome, bi biryara dadgehekê jî doz bavê xwe bidawî nakin, têkoşîna xwe dê bidomînin.

Kurê Musa Anterê mezin, Anter Anter jî anî ziman ku bawerî bi dadgehan nemaye û dizanin ku dadgeh biryarên siyasî didin.

Piştî ragihandina biryara girtina ser dozê Musa Anter, hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Mithat Sancar daxuyaniyek da û got ''Delîl û îtîraf li rastê ne, Musa Anter bi destê xebatkarên dewletê hate kuştin. Li meclîsê li ser kuştina wî raport hatin amadekirin. Hemî tişt yek bi yek hatin tomarkirin. Jibo cezakirinê her tişt li meydanê ye lê digel van rastiyan di 30 salan da biryarek derneket.

''Em nikarin bi hicetên hiqûqê vê biryarê binirxînin. Ev tercîhek polîtîk e, encamkirina bi vî rengî ya dozan, nikare bibe astengî jibo têkoşîna maf û dadmendîyê.''

XS
SM
MD
LG