Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelatên Mûsa Anter ên Rojnamegerîyê Li Stenbolê Hatin Dayîn 


26’emîn xelatên Rojnamegeriyê ya "Mûsa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad" li Salona Yekîtîya Odeyên Endezyar û Mîmaran ya Tirkîyê (TMMOB) ya li navçeya Beyogluya Stenbolê, hatin dayîn

Pêşbirka îsal ji hêla rojnameya Yenî Yaşam ve hat lidarxistin û pêşbirk ji pênc kategorîyan pêk hat. xelata nûçeya Tirkî, xelata nûçeya Kurdî, xelata rojnamegerîya Jinê, xelata wêneyan û xelata beşa karîkatûran hatin dayîn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Mûsa Anter 20’ê Îlûna sala 1992’an li Amedê (Dîyarbekir) di erîşeke çekdarî de hat kuştin. Heta niha kujerên wî nehatine dîtin.

Musa Anter 72 salî bû. Li rojnameya Ozgûr Gûndem û heftane di rojnameya Yenî Ûlke de dinivîsî.

Xelatên Şehîdên Çapemenîyê û Mûsa Anter ji sala 1993’an ve tên dayîn.

ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê fayla deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:32 0:00

XS
SM
MD
LG