Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Bîranîna Musa Anter de Walîtîya Mêrdinê Çalakîyan Qedexe Dike


Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter, di 20ê Îlona 1992an de li Amedê hatibû kuştin.

Jibo bîranîna Anter li cîyê ku hate kuştin û li ser gora wî ya li gundê Sitîlîlîya ya Nisêbînê, bernameyên cuda dê li dar bikeve.

Lê Walîtîya Mêrdînê roja Yekşemê bi daxuyanîyek ragihand hemî daxuyanî, çalakî jibo 15 rojan qedexe ne.

''Musa Anterê ku rojnameya îlerî Yurt derdixist, di 20ê Îlona 1992an de li Diyarbekir hate kuştin. Rêxistina terorê PKK û piştevanê wan li bajaroka Sitîlîlî (Akarsu) li ser gora wî û li ciyê hatiye kuştin bernamê bîranê li dar dixin'' daxuyanîyê got.

Roja ku hate kuştin jin û zarokê wî li Swêdê bûn, bi biryarek fermî meytê wî bi lezûbez hate binaxkirin bêyî ku malbata wî bigîje oxirkirina dawî.

Wasîyeta Anter binaxkirina li gundê Sitîlîlê bûye lê ew roj ev bi cî nehat. Salek şûnda hevjîna wî Hale, wasîyeta wî bicî anî, meytê wî veguhestin birin li hewşa mala wî li Sitîlîlê binaxkirin. Niha ew der Muzexaneya Musa Anter e.

Anter roja ku hate kuştin 72 salî bû. Abdulkadir Aygan ku ew îtirfakarek bû, bi navê 'îtirafkar' pirtûkek nivîsî. Wî di wê pirtûkê de îdia dike ku kujerê Anter, Hamit Yildirim e.

Yildirim, bi fermana dozgerîya Diyarbekirê de di sala 2012an de bi sucê ku kujerê Anter e hate girtin.

Di îdianameya dozê de Mahmut Yildirim ku bi navê Yeşil navdar e, Abdulkadir Aygan, leşkerekî payebilind yê bi navê Savaş Gevrekçi jî weke gumanbar hatin destnîşankirin. Di dosyeyê de hate îdiakirin ew endamên rêxistina JİTEMê ne û fermana Anter ji aliye rêxistinê hatiye dayîn.

Gelek efser di dozê de ifade dan lê tu kesek hebuna JİTEMê qebûl nekir. Hamit Yildirim di sala 2017an de jiber dema dirêj ya bê ceza girtî bû, hate berdan.

Ger biryarek ji doza Musa Anter dernekeve 9 meh şunda dosye jiber dema dirêj dê bê girtin.

Li ser navê Musa Anter 28 sal in xelatên çapamenîya azad tê belavkirin. Bernameya xelatkirina rojnamegeran di 20ê mehê de li Stenbolê lidardikeve.

XS
SM
MD
LG