Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rahşan Anter di Bîranîna 28 Salîya Kuştina Bavê Xwe Musa Anter de Diaxife


Rahşan Anter, Keça Ronakbîrê Kurd Musa Anter
Rahşan Anter, Keça Ronakbîrê Kurd Musa Anter

Ronakbîr û nivîksarê Kurd Musa Anter, 28 sal berê di 20ê îlona sala 1992an de li Amedê bi destên hêzên tarî hat kuştin. Doza kuştina Musa Anter li dadgehên Tirkiye dewam dike lê hê jî doz bi encam nebûye.

Di rojnamegerîya Kurdî de Musa Anter weke pirek tê dîtin di navbera rojnamegeriya serdem û nifşê Bedirxaniyan û rojnamegerîya Kurdî ya îro de. Herwiha ew di doza Kurdî de û siyaseta Kurdan de jî, weke qonaxek tayebt tê dîtin.

Ronakbîrê Kurd Musa Anter û Xanima wî Hale Anter
Ronakbîrê Kurd Musa Anter û Xanima wî Hale Anter

Musa Anter bi Ayşe Hale Zapsu ya keça rewşenbîrê Kurd Evdirehîm Rehmîyê Hekarî (Zapsu) zewicî ku Rehmî jî zavayê mablata Bedirxanîyan bû.

Musa Anter di navbera salên 1960 - 70an de li ser rewşa kurdan rojnameyên weke Dicle'nin Kaynagi, İleri Yurt derxsitin.

Jiber nivîsa xwe ya bi navê Qimil hat dadkirin, di her sê derbeyên leşkerî yên li Tikriye pêk hatin, jiber nivîs û daxuyaniyên xwe, bizav û çalakiyên xwe ya jibo Kurdan hat girtin, di her girtin û binçav kirinekê de îşkence li wî dihat kirin.

Anter, Rahşan û Dîcle, zarokên Musa û Hale Anter in. Rahşan jibo Dengê Amerîka li bîranîna 29 saliya kuştina Musa Anter, behsa serhatîya bavê xwe kir.

Rahşan Musa Anter weha dibêje ''Doza wî, baweriya wî bandora xwe li ser jîyana wî ya malbatî jî kir, ku 11 salan bavê min di zindanan de derbas bû û em li ser rêyên girtîgehan mezin bûn''.

Raporta Xecîcan Farqîn- Amed 20 09 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:32 0:00


XS
SM
MD
LG