Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dijî Bingehên Leşkerî yên Sûrîyê Êrîşên Muşekî li Dar Ketin


(arşîv)
(arşîv)

Kanala dewletê ya Sûrîyê ragihand ku do Yekşemê bi şev, dijî bingehên leşkerî yên li Hama û Helebê êrîşên muşekî li dar ketine.

Kanala fermî hin dîmenên ku dîyar kir ku yên êrîşên muşekî ne belav kir, lê ser hejmara kuştî û birîndaran ti agahî neda.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku armanca muşekan, bingeheke leşkerî ya li rojavayê Hama bû ku li wir leşkerên rejîma Sûrîyê û hêzên Îranê tev dimînin.

SOHR’ê dîyar kir ku hin êrîşên muşekî jî dijî bingehên leşkerî yên nêzî Firîngeha Navneteweyî ya Helebê li dar ketine.

SOHR’ê ragihand ku di êrîşan de piranîya wan ji Îranê 26 kes hatine kuştin, lê eşkere nekir ku kê êrîş li dar xistine.

XS
SM
MD
LG