Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Îraqê: Taxê Zincîlî bi Temamî ji Çekdarên DAIŞ'ê Hat Rizgarkirin


Taxa Zincilî li Mûsil
Taxa Zincilî li Mûsil

Berpirsê polîsên Fedral yê Îraqê, Şakir Cewdet îro Şemiyê ji ajansan re da xûyakirin ku, hêzên Îraqê taxê Zincîlî yê li aliyê rojava yê navenda kevin ya bajarê Mûsil bi temamî ji çekdarên DAIŞ'ê rizgar kir.

Çavkaniyên ewlekariyê didin zanîn ku, piştî taxê Zincîlî hat rizgarkirin, hêzên Îraqê dest bi paqijkirina wê herêmê kiriye ji bombe û mînên çandî, herweha hat zanîn ku, li heman taxê kargeheke mezin ya çêkirina çekan hatiye dîtin, aletên nûjen û teknîkek nû jibo çêkirina bombe û topan di hat bikaranîn, herweha hejmarek mezin ya madên teqînan û pêdiviyên leşkerî hatine dîtin.

Hêzên Îraqê cih li çekdarên DAIŞ'ê teng kiriye, niha hind çekdarên wan bi tenê li hind cihan li navenda bajarê kevin û taxa Şîfa mane, weke din bajarê Mûsil hemû ji çekdarên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin.

Hêzên Îraqê ew malbatên li taxa Zincîlî asê mabûn, jibo herêmên bi ewle veguhastin.

Hat ragihandin ku niha hêzên Îraqê li herêma Şirgat ya di navber bajarê Mûsil û Bêcî de dorpêç kiriye, piştî ku grûbek çekdarên DAIŞ'ê êrîş birî ser duriyana Şirgat yaku bajarê Mûsil û Bêcî bi hevre girê dide, çavkaniyên ewlekariya Îraqê dibêjin ji serê sibeya Şemiyê heta niha êrîşên li dij wan çekdaran pêk tên û hêzên esmanê jê beşdarin di êrîşan de.

XS
SM
MD
LG