Doh serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî li bajarê Mûsil bû, bi armanca ku bajarê herî mezin û yê dawiyê di dest çekdarên DAIŞ'ê de li Îraqê bi temamî hatiye rizgarkirin.
Lê berpirsên ewlekarîyê dibêjin, jibo ragihandina fermî ya bajarê Mûsil ji DAIŞ'ê çend rojên din pêwîst in heta hemû ciyên ku çekdarên DAIŞ'ê li hene bihên kontrol kirin.
Cîgirê serokê komîta ewlekarîya parêzgeha Mûsilê, Haşim Brîfkan got ku doh herêmên Meydan û Mekawî hatine rizgar kirin, lê li taxa Girêat segvanên DAIŞ'ê lê hene û hêjî liber xwe didin.
"Jin û zarokên malbatên çekdarên DAIŞ'ê li wê herêmê hene, dibe ku pêwîstî bi sê-çar rohjan hebe heta ku, ew herêm ji çekdaran û ji bombe û mînan bihên paqijkirin."
Temamîya hevpeyvîna li gel birêz Haşim Brîfkanî guhdarî bike.