Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalê Amerîkî: Pêşdeçûna Hêzên Îraqî li Mûsilê Berdewam E


Reuters'ê ji zarê generalekî Amerîkî ragihand ku hêzên Îraqî li Mûsilê pêşde diçin, lê DAIŞ jî ji mal, mizgeft û nexweşxaneyan bi erîşên xurt li ber xwe dide.

Hêzên hikûmeta Îraqê ji Rêbendanê vir ve piranîya Mûsilê ji dest DAIŞ'ê derxistîye, lê li Bajarê Kevn yê wî bajarî jiber berxwedana xurt ya rêxistina tundrê bi giranî pêşde diçe.

Generalê Amerîkî Joseph Martin, ku serfermandarê koalîsyona dijî DAIŞ'ê ye, dîyar kir ku hêzên Îraqê ku hindik be jî li Bajarê Kevn her roj pêşde diçin, lê ew nizanin ku ewê operasyona li Mûsilê hîn çend hefte yan mehên din bidome.

"Wek do, yek caran pêşdeçûneke xuya çêdibe. Di rojên din de hêzên me pir bi pêşde neçûn, lê pêşdeçûn qet nesekinî," Martin got.

Generalê Amerîk bi berdewamî da zanîn ku DAIŞ li Bajarê Kevn yê Mûsilê hatiye dorpêç kirin, lê jiber sûkên teng wesayît her tim nikarin bêne xebitandin.

XS
SM
MD
LG