Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalê Îraqî Dibêje Rizgarkirina Mûsilê Pir Nêzîk E


Generalekî Îraqî ji Reutersê re radigihîne ku şerê sitandina bajarê Mûsilê ji DAIŞ'ê di çend rojên were de bi dawî tê û hewlên çekdarên wê yên êrîşkirina hêzên Îraqî bi ser neketin.

"Tenê beşên biçûk yên bajêr, taybetî li Bajarê Kevin mane ku li benda rizgarkirinê ne. Ji alîyê leşkerî ve DAIŞ qedîya û çekdarên wê bê moral in û em banga teslîmbûnê ji wan re dikin" fermandarê hêzên tabet yên dij-terorîzmê, General Abdul Ghani el-Esadî got.

Karbidestên Îraqî didine zanîn ku niha herêmeke tenê kêmtir ji 2 kîlometre ya Mûsilê di destê DAIŞ'ê de meye û di demeke nêzîk de ew herêm jî wê were rizgar kirin.

Di operasyonên azadkirina Mûsilê de ku hêşt meh in didomin, koalîsyona bi pêşengîya Amerîkî jî bi êrîşên esmanî piştgirî dide hêzên Îraqî.

Çekdarên DAIŞ'ê hefteya borî mizgefta el Nûrî ya dîrokî hilweşandibû û mînareya wê ku rêberê DAIŞ'ê Ebu Bekir Bexdadî xwe wek xelîfa îlan kiribû, niha xwar bûye.

XS
SM
MD
LG