Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Pêşdeçûna li Rojhilata Mûsilê Didomînin


Sîvîlên Îraqî ku ji Mûsilê direvin
Sîvîlên Îraqî ku ji Mûsilê direvin

Hêzên Îraqî yên bi piştgirîya Amerîka, rojeke piştî jimareke êrîşên hember DAIŞ’ê li Mûsilê, îro Înê pêşdeçûna xwe ber bi hindurê deverên li rojavayê Mûsilê didomîmin.

Hêzên Îraqî, di pêşketineke pir girîng de, roja Pencşemê firîngeha Mûsilê xistibû bin kontrola xwe û darbeke girîng li DAIŞ’ê dabû.

Karbidestên Îraqî dibêjin ku polîsên federalî û hêzên bijarte yên wezareta navxweyî firokexaneya Mûsilê ji bombe û mayinên ku li çekdarên DAIŞ’ê li paş hiştibûn, paqij dikin.

Hikûmeta Îraqê plan dike ku firîngeha Mûsilê tamîr bike û wek bingeha rêvebirina operayona bajêr bi kar bîne û dora 750,000 kesên asêmayî azad bike.

Hêzên dijterorê yê Îraqî kî îro karîbûn bingeha leşkerî ya Ghozlani bi giştî kontrol bikin û ber bi hindurê taxên Tal al-Rumman û al-Mamoun li başûrê rojhilata Mûsilê pêşde herin.

Hêzên Îraqî meha borî karîbûn ku mîlîtanên DAIŞ’ê ji rojhilata Mûsilê derxînin, lê tundrêyên DAIŞ’ê hîn jî rojavayê bajêr, ku Çemê Dîclê dike du perçe, di destê xwe de digirin.

XS
SM
MD
LG