Reuters’ê îro Înê da zanîn ku li Bajarê Kevn yê Mûsilê, pevçûnên di navbera hêzên Îraqî û çekdarên DAIŞ’ê de didomin.
Serokwezîrê Îraqê çar roj berê rizgarkirina Mûsilê ragihandibû.
Reuters’ê ji zarê jêderên herêmî dîyar kir ku li ser Bajarê Kevn helîkopterên Artêşa Îraqê difirin û ji wê herêmê dengê topan tê bihîstin.
Çekdarên DAIŞ’ê sê sal berê kontrola Mûsilê bi dest xistibû û serkeftina hêzên Îraqî yên li wî bajarî yek ji têkçûnên herî mezin yên rêxistina tundrê bû.
Ji alîyê din ve, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî li Reqa li dijî DAIŞ’ê pêşde diçe. Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Engîzek Xelîl ji Dengê Amerîka re ragihand ku nîvê Reqa ketîye bin kontrola wan.
Tevî ku xîlafeta ku DAIŞ’ê li ser erdên Îraq û Sûrîyê ragihandibû li ber qedandinê ye jî pispor dibêjin ewê çekdarên wê rêxistinê, li Rojhilata Navîn û li welatên rojava êrîşên xwe bidomîn.