Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê li Mûsilê Pireke Din bi Dest Dixe


Malbateke Îraqî ber bi hêzên artêşê ve dimeşe
Malbateke Îraqî ber bi hêzên artêşê ve dimeşe

Jêderekî leşkerî îro Duşemê ji Reuters'ê ragihand ku Artêşa Îraqê, ku Amerîka piştgirîya wê dike, li Mûsilê kontrola Pira el-Hurîya jî bi dest xistîye ku DAIŞ di ser wir re diçû başûrê wî bajarî.

Operasyona li rojavayê Mûsilê di 19 Sibatê de destpê kiribû û ji wê çaxê ve el-Hurîya, pira duyê ye ku Artêşa Îraqê bi dest dixe.

Hin derên her pênc pirên li ser Çemê Dîjle hilweşîyane, lê kontrolkirina wan dê operasyona ser Mûsil ya ku ji 2014'an vir ve di dest DAIŞ'ê de ye hêsantir bike.

Pira el-Hurîya yek ji du pirên ku diçe navenda kevn ya Mûsilê ye; ya din li hîn li bakur û dûrtir e.



XS
SM
MD
LG