Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bal Dikşîne Sert Rewşa Tengav ya Penaberên Mûsilî


Rêxistina Navnetewî ya Koçberî (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî îro Înê ragihand ku ji destpêbûna şerê rizgarkirina Mûsilê vir ve 144,588 kes bê cîhûwar bûne û piranîya wan demûdest hewceyî alîkarîya mirovahî ne.

Serokê Rêxistina Navnetewî ya Koçberî ya operasyonên li Îraqê Thomas Lothar Weiss da zanîn ku bi hezaran malbat her tiştên xwe li paş hiştine û ji Mûsilê revîne ku cane xwe rizgar bikin û ew kes di rewşeke tengav de dijîn.

“Alîkarîyên ciherengî yên wek stargeh, alavên malê, pêdivîyên saxlemî û yên bingehîn rojane hewce ne û jibo domandina piştgirîya wan alîkarîyan pêdivî bi piştgirîya diravî heye,” Weiss bi berdewamî got.

IOM bal kişand ku di navbera 5 û 12ê sala nû 12,354 kes anku 2,059 malbat mecbûr mane ku ji Mûsilê derkevin û tirsa ku rojavayê bajêr dikane bikeve bin dorpêçê, bûye sedema koçên wê dawîyê.

XS
SM
MD
LG