Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Mislim Bersiva Feysel Miqdad Dide


 Salih Mislim
Salih Mislim

Berî du rojan cîgirê wezîrê derve yê Sûrî Feysel Miqdad di axaftinekê de hilbijartinên ku biryare rêveberiya xweser vê payîzê li bakurê Sûriyê bikin wek “pêkenok” anîn ziman û got dê rêjîm rê nede tiştekî wiha bibe.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demukrat PYD Salih Mislim di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka bersiva Miqdad da û got:

“Miqdad hîn bawer e ku desthilata Partiya Beis dê li Sûriyê veger e. Ew nizan e ku xelkê qurbanî dan e û êdî rewş venagere wek berê.“

Mislim ku, li Belçîka dimîne behsa desthilata Kurdan li bakurê Sûriyê kir û nîşan bi wê yekê da ku biryarên rêveberiyê bi awakî hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de tên standin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Salih Mislim 09_08_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:51 0:00

XS
SM
MD
LG