Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stêrka Muzîka Pop Madonna Ket Nexweşxaneyê


Pop-stara navdar Maddona jiber nexweşîyeke bi enfeksîyon ket nexweşxaneyê.

Rêzekonsertên Madonna, ku dikira di 15’ê Tîrmehê de destpê bikira, hat paş xistin.

Medyaya Amerîkî dîyar kir ku Madonna ya 64 salî ser dermankirinê rind nebûye û jiber vê jî ew birine nexweşxaneyê.

Berdevkê Madonna, Guy Oseray got ku stêrka muzîka pop dawîya hefteyê nexweş bûye û ketiye çavdêrîya krîtîk.

Madonna dê di 15’ê Tîrmehê de li Vancouver ya Kanada dest bi gera xwe ya hunerî bikira û ew dê di 6’ê Tîrmehê de li Londonê dawî li gerê bihata.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG