Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Miyanmarê Bêhtirî 60 Xwepêşander Têne Kuştin


Hêzên ewlekarîya Myanmarê îro Şemîyê herî kêm 64 kes gulebaran kirin, di nav de jî zarokek, li gor raportên medya û gewahîderan, her çendî ku serkirdeyê Juntaya deshilatdar got leşker dê xelkê biparêzin û hewla demokrasîyê bidin.

Xwepêşanderên dijî kudetaya leşkerî ya roja 1ê Şubatê derketin cadeyên Yangon, Mandalay û hin bajarokên din û rikeberîya huşdarîyên leşkeran kirin ku gotibûn ew dê di “serî û piştî de” bêne teqekirin, di demekê de ku generalan roja hêzên leşkerî pîroz dikir.

Dr. Sasa, ku peyvdarekî grûpa CRPH ya dijî juntayê ye, di kombûneke online de got,” Îro rojeke şermezarîyê ye ji bo hêzên leşkerî.”

Kuştinên îro Şemîyê ku roja herî xwînî bû ji dema kudetayê ve, hejmara kuştiyên sivîl di xwepêşandanên welêt de gihande nêzîkî 400 kesan.

Bi dehan hezarkes îro Şemîyê li hin beşên Myanmarê derketin xwepêşandanan.

XS
SM
MD
LG