Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Myanmar 30 Salên Cezayê Girtigehê bo Rojnamevanê Amerîkî Dixwaze


Li gor parezêrê rojnamevanakê Amerîkî ku li Myanmarê hatiye girtin bi sedema çendîn tawanan, niha rû bi rû tawanên nû yên terorizm û handana serhildanê.

Rojnamevan Danny Fenster, ku edîtorê rojnameya onlayn ya Frontier Myanmar bû li bajarê Yangon, ji 24ê Gulanê vir ve di balafirgeha navnetewî ya Yangonê de hatiye girtin, dema ku wî dixwest were Amerîkayê. Ew di destpekê de bi tawana belavkirina agahîyên nerast hatibû girtin.

Lê niha tawana wî danustandinên ligel grûpên neyaseyî û binpêkirina yaseya koçberiyê ye. Hêjayî gotinê ye ku ew tawan ji dema dagîrkeriya Myanmar mane û di salên 1990an de li dijî çalakvanên sîyasî hatibûn bikaranîn û niha jî ji alîyê rêveberîya derbeya leşkerî ve tên bikaranîn. Parêzerê Fenster, Than Zaw Aung, dibêje bi tawanên nû wê Fenster bêtirî 30 salan cezayê zindanê bigire ger wekî tawanbar were dîtin.

Li Myanmarê ji meha Sibatê vir ve alozî berdewam dikin ku leşkerê Myanmar, hikûmeta hilbijartî ji desthilatdarîyê rakir û rêberên hikûmetê, di nav de Serok Win Myint, xist zindanê. Li gor grupeke xwecihî ya çavderîya mafên mirov, 1,200 hemwelatîyen Myanmarê di alozîyan de jiyana xwe winda kirin.

XS
SM
MD
LG