Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Protestoyên Myanmarê de 13 Kes Tên Kuştin


Hêzên Ewlekariya Myanmarê roja Çarşemê gulle berdan xwepêşanderên dijî-darbeya leşkerî 13 kes hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne, weke çavkaniyên mediya navxweyî dibêjin. Herwiha hejmarek peqînên sivik li paytexta bazirganî Yagon rûdane û kompaniyeke Çînî şewitîye.

Hakimê leşkerî dibêje serhidana sivîlan dê Myanmarê "Wêran" bike. Li gorî komeleyên çalakvan heta niha li Myanmarê zêdetirî 580 kes hatine kuştin ji roja 1ê Şibatê dema ku darbeya leşkerî destpêkirî heta niha, dema ku leşkeran dawî li desthilata demokrasî ya sivîl anî.

Her çende leşker hêzeke kujek bikar tîne bo jinavbirina opozisyonê, lê dîsan li seranserî welat xwepêşandan ji wê demê tên dom kirin.

Mediya navxweyî daye zanîn ku hêzên ewlekariyê roja Çarşemê li bajarê Kale yê bakurê rojhilat gulle berdane xwepêşanderan dema ku daxwaza vegerîna desthilata demokratî ya bi serokatiya Aung San Suu Kyi dikirin.

Yek ji rûniştvanên herêmê gotiye Reuters, di dema gullebarandinê de 11 kes hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûn, lê ajnasa Reuters nikarî hejmara kuştiyan ji çavkaniyên bêalî piştrast bike. Herwiha 2 kes jî li bajarê Bago yê nêzîkî Yangon hatine kuştin.

Dengê peqînan li Yangon hatine bihîstin ku ji 7 peqînan kêmtir nebûn, peqîn li dij avahiyên hikûmetê, nexweşxana leşkerî û li navendên bazarirganî pêk hatine, weke xwecihên li herêmê dibêjin.

Balyozxaneya Amerîka li Yangon gotiye, raportên derbarê peqînan gehiştine wan ku "bombeyên dengî yên bi dest çêkirî bûn yan jî lîstikên agirî ku armanc jê peydakirina ajawegêriyê ye û ziyanên herî kêm çêbûne".

Li Yangon Çarşemê şewat li fabrîka cilan ya çînî JOC derketîye, lê heta amadekirina vê raporê derbarê ziyanên madî û giyanî pêzanîn nehatine ragihandin, li taxeke din yê Yangon weke di dîmenên mediya civakî de derketî çalakvanan agir berdaye alayê Çînê, jiber ku ew weha dibînin ku Çîn piştevaniya encûmena leşkerî ya darbekar li Myanmar dike.

XS
SM
MD
LG