Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Cuntaya Myanmarê 5 Sal Cezayê Zindanê li Suu Kyî Birî


Aung San Suu Kyi

Dadgeheke leşkerî ya Myanmarê îro Çarşemê biryar da ku seroka berê ya welêt Aung San Suu Kyi bi bertîl û pere xwarinê mehkûm kir û 5 sal cezayê zindanê da wê.

Dozgerîya cuntaya Myanmarê îdia kiribû ku Suu Kyi, gelek zêr û bi sed hezaran dolar ji hevkarekî xwe yê payebilind yê sîyasî wek bertîl qebûl kiribû.
Lê, Suu Kyi tevahîya tawanbarîyan red kiribû.

Ew, herî kêm jiber 18 tawanên din jî tê darizandin û ger sûcdar were dîtin, rûbirûyê cezayê zindanê yê bi tevahî nêzî 190 salan e.

Alîgirên Suu Kyi û pisporên dadmendî yên serbixwe darizandina wê wek tevgerek nehiqûqî ya bi armanca bêrûmetkirina Suu Kyi dinirxînin.

Ew dibêjin ku cezakirin armanc dike ku seroka hilbijartî ya 76 salî venegere roleke çalak ya sîyasî.

Hêjayî bîrxistinê ye ku artêşa Maynmarê Suu Ky di 1'ê Sibata 2021’an de ji desthilatê dûr xistibû.

XS
SM
MD
LG