Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Mîlîtanên Misilmanan de Herî Kêm 71 Kes li Myanmar Hatin Kuştin


Mîlîtanên Misilman li Myanmar (Burma) îro Înê bi awayekî kordînekirî êrîş birin ser 30 xalên polîsan û leşkeran li herêma Rakhine.

Karbidestên Myanmarî radigihînin ku di êrîşan de, herî kêm 59 mîlîtan û 12 hêzên ewlekarî hatine kuştin, hinekên din jî birîndar bûn.

Jêderên xwecîhî ji Reutersê re ragihand ku şerên dijwar li hin deveran berdewam dikin.

Artêşa Rizgarîya Rohingya ya Aakan di daxuyanîyekê de ragihand ku şervanên wê ew êrîş pêk anîne û di demên were de êrîşên wan dê pirtir bin.

Li Myanmar ku piranî Budîst in, dora 1.1 mîlyon Misilmanên Rohingya dijîn û reftarên xirab yên hember wan gelek caran bûye sedema rexneyên civaka navnetewî.

Dewleta Myanmar mafê hemwelatîyê nade Rohingyan jiber ku wan koçberên neqanûnî yên ji Bangladeşê dibîne, lê ew dibêjin ku ji sed salan e vir ve li Myanmar dijîn.

XS
SM
MD
LG