Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê Artêşa Myanmarî Dibêje ku 13 Çekdarên Serhilda Hatin Kuştin


Berdevkê artêşa Myanmarî Tun Tun Nyi ragihand ku hêzên wan îro Înê li istana Rakhine 13 çekdarên serhilda kuştin.

“Di navbera Between 5 û 16’ê Rêbendana 2019’an de 8 pevçûn derketin û 5 peqînên mayîn qewimîn. Termên 13 dijminan û çekdan wan hatin desteser kirin,” General Tun Tun Nyi di preskonferansekê de li paytext Naypyitaw got.

Wî herwiha da zanîn ku di pevçûnan de jimareke leşkerên wan hatine kuştin û birîndar kirin, lê wî ti hûrgilîyên din nedan.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di encama şerê navbera hêzên ewlekarî û Artêşa Arakan de, ki herêma Rakhine re otonomî dixwaze, ji meha Berfanbarê vir ve, 5,000 sivîl neçar man ku warên xwe bihêlin û herin herêmên ewletir.

XS
SM
MD
LG