Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Myanmar Cezayê Du Mehan Zindanê li Rojnamevanên Kanala Tirkî Dide


Ala Myanmar

Dadgeheke Myanmarî îro Înê cezayê du mehan zindanê li du rojnamevanên televîzyona dewleta Tirkîyê û werger û ajotvanê wan birî.

Dadgehê ev biryar, bi sedema ku rojnamevanan li dijî qanûnan bi dron tomar kirine.

Kameravan Lau Hon Meng yê Sîngaporî û peyamhinêr Mok Choy Lin yê Malezyayî di 27’ê Cotmehê de, ligel wergerê wan yê Myanmarî Aung Naing Soe û ajotvan Hla Tin hatibûn desteser kirin.

Reuters dide zanîn ku ew her çar jibo televîzyona TRT World ya dewleta Tirk dixebitîn û bo çêkirina belgefîlmekî li nêzî parlemana Myanmarî li paytaxt Naypyitaw, bi drone dîmen tomar dikirin.

Ew çar kes ne hemwelatîyê Tirkîyê ne, lê desteserkirina wan peywendîyên dîplomatîk xirabtir kiribû, piştî ku Serokomarê Tirkêyê Recep Tayyîp Erdogan artêşa Myanmarî bi pêkanîna jenosîda dijî Misilmanên Rohingya tawanbar kiribû.

XS
SM
MD
LG