Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mufît Yuksel: Ger Tîrkîye li Rojava Operasyonê Bike Kurd Wê ji AKP Vekişin


Daxuyanîyên Amerîkayê li Tirkîyê hemû rojev qulipand. Pêştir hate ragihandin ku Amerîkayê li hin deveran hêmanên xwe vekişandine. Tirkîyê ev Daxuyanî wek ji bo wan rê hate vekirin şîrove kirin. Piştî vê Daxuyanîyê jî Berdevkê Pentegon Serheng Carla Gleason Daxuyanîyek da û wiha got:

“Tirkîye di Merkeza Operasyona Hewaya Yektî de hate derxistin. Ji vî şundatir aghîyên kifşê û çavdêrîyê wê bi Tirkîyê re neyê dabeşkirin.”

Tîrkîye li ser van herdû Daxuyanîya kete nav sîyaseteke aloz. Li beranberî Amerîkayê helwesta xwe çawa dîyar bike ana di nav tev li hevîyeke de ye.

Ser operasyona ku Tirkîye dixwaze li Bakurê Sûrîyê çêke Daxuyanîyek jî li Almanya hat. Berdevkê hikûmeta Almanya’yê Ulrike Demmer di civîneke çapemenîyê de ragihand ku heke Tirkîye operasyoneke yek alî çêke wê li Sûrîyê bêaramîyek derxîne ewê bibe bibe qeyrenke mirovahîyê.

Pisporê Rojhilata Navîn Nivîskar Mufît Yuksel vekişîna Amerîka li Sûrîyê an jî Rojhilata Navîn de pêkan nabîne. Ew dibêje ku ger Amerîka vekişe dê cî ji Rûsya û Îranê re bimîne:

“Ji Amerîkayê du daxuyanî di nav rojeke de hatin. Di daxuyanîya yekê de Tirkîye her çiqas li gorî xwe şîrove bike jî, du ya duyê de hate eşere kirin ku Amerîka bi sîyaseteke din birêve diçe. Di sala 2011an de li Îraqê Amerîka leşkerê xwe vekişand lê encam qet li gor Amerîka derneket holê. Ji vî şundatir ne pêkan ku Amerîka vekişe. jiber ku ger vekişe wê qadê ji Rûsya û Îranê re bihêle. Ew bi ti awayî ne di berjewendîyê Amerîka de ye."

Yuksel nivîskarekî nêzî Partîy Dad û Pêşvebirinê (AKP) bû û vê partîyê ji nêz ve dişopîne. Ew îdia dike ku ger Tirkîye li tevahîyê Rojava operasyonekê bike, dê Kurdên ku deng didin AKP’ê wê ji vê derê veqetin:

“Niha em dibînin ku AKP pişta xwe daye nîjadperestîyê. Her ku diçe dijî Kurdan xwe sazdike. Heke AKP bi vê sîyaseta xwe li Rojava operasyoneke bike bi ya min hemû Kurdên ku deng didin AKP wê ji vê derê veqetin.”

Yuksel, sîyaseta Tirkîyê ya beranberî DAIŞ’ê dema dinîrxîne dîyar dike ku, Tirkîye li Rojava beranberî DAIŞ’ê operasyon nekir.

“Heke Tirkîye dema DAIŞ hate Kobanê û heta Qamişlo dirêj bû ew dem operasyon li beranberî wan bikira ev roj ev meselana çênedibû. Lê îro em dibînîn ku li Rojava dijî Kurdan radibin ser pîya. Kurd vê yekê bi hîç awayekî qebûl nakin.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:53 0:00


XS
SM
MD
LG